GER TU PIRSA MIN DIKÎ
GER TU PIRSA
MIN DIKÎ
Ger tu pisa min dikî, ka rewşa min çi hale
Piştî te dît ez çewa me, bûme kalê ber pale
Ev çend rojan bê halim, dikim pir nale nale
Dimeş im bi sê lingan, lingê taze kopale
Cihan tijî zulm kare, ji derdê dijmin ne hale
Xwezî bi wî kesî hişyar, neke ji xwe re hevale
Tê da bike jîyanê, ne ku ji neyar bi be male
Nekin fen û xapandin, bikin keda helale
Dikî fîda heq nadî, tu bidî dil pê dibe zelale
Seyda mêrdînî dixwaze, xelas be ji vê sewale
Bike xebat û kare xwe, bila cîhê te bit newale
Xebata xwe rast bike, gemarî ne xweş hale
S Mêrdînî, 05.01.18
Yorumlar
Yorum Gönder