BINEFŞ ŞÊRİN!
BINEFŞ ŞÊRİN!
Binefş şêrîn û evîndare
Kevok kurka li ser dare
Rind û xweşik û kubare
Nazî ya neke ew nikare
Nazîya evîn li ser çava
Dest bi hine kilê çava
Dil nazenîne malî ava
Binevşa min ji rojava
Eşq û evîn gel hev jîne
Wek evîna memo û zîne
Ez û binevş digel vîne
Malbat bi hev dihebîne
Eşqa dilêmin gundîye
Sêva sor û xelatî ye
Weke hîva li çar de ye
L' ser ez bûme bengîye
Mêrdînî maye bêçare
Li hêvîya dost û yare
Dil û cergê min bi are
Jibo binevşê zare zare
S mêrdînî. 15.11.20
Yorumlar
Yorum Gönder