ZERÎ ZAR WEK ŞEKIRIN
ZERÎ ZAR WEK
ŞEKIRIN
Zerîyê gulek hêjaye
Por sor gulî hûnaye
Eşq û evîn li hindaye
Zerî kebanîya malaye
Zerî zar wek şekirin
Serî hişke dil ji kevirin
Hincar wek das, bivirin
Cerg û dilê min dibirin
Zerîyê ez evîn darim
B'derd û kula hejarim
Ger ne bêjim nikarim
Ez ne dîn û ne harim
Zerî ez birçîyê teme
Hêsîr û kuştiyê teme
Girtî yê bejna teme
Find û rohnîya teme
Zerî dilbû derya xwînê
Bende warê te evînê
Dil ser te qîr û zarînê
Te dil kir xem û birînê
Zerî te ez kir birîndare
Birîna min pir xedare
Bese li min bike zilmê
Zerîyê xistim binê bare
S mêrdînî 27.10.20
Yorumlar
Yorum Gönder