LÊ GULA MIN
LÊ GULA MIN
Ne saxim bi jan û êşim
Ji bona te b'derd kêşim
Aşiqê wan çavên reşim
Lê gula min gul rindikê
Ez kuştim bi'derdê dilan
Hêz nîne di herdu milan
Hêsir ziwa bûn ji çavan
Lê gula min gul rindikê
Gulê rind û kar xezale
Gul sosin û him jî lale
Dil ji bo wê tim dinale
Lê gula min gul rindikê
Gulê kulîlka nav rezan
Gulstêrka baxê xerzan
Nînin kêfa dil nexwazan
Lê gula min gul rindikê
Min û te ji hev hez dikir
Dilê min te pir geş dikir
Sînga spî min geşt dikir
Lê gula min gul rindikê
Heta saxbim ezê bêjim
Rondikê çavan bi rêjim
Jibo gulê herdem gêjim
Lê gula min gul rindikê
S mêrdînî 20.05.2020
Yorumlar
Yorum Gönder