JI DÛR DENG TÊ
JI DÛR DENG TÊ ....
Ji dûr deng tê guhê min
Nale nala kurdistan tê
Agir ketiye nav dilê min
Rabin ser xwe xebat tê
Nalîn têne guhê min
Çi nalînek dûr û kûr
Agir berda cergê min
Derudor tev bûye sûr
Dil dixwaze te bibînit
Çi bikim tu gelkî dûrî
Findê her kesî vêket
Findê me tevd vemirî
Neyar girtîye her deran
Derdor gund û bajaran
Em tenê mane westan
Şûn wêran û dîwaran
Ji xewê rabin binerin
Dora me tev neyarin
Li topan guhbidêrin
Serme wek berf dibarin
Nebin naşî û nezanî
Her kes xwe kir rêzanî
Derd û kulê me ewe
Tu xwe zanîst bizanî
S Mêrdînî
13/10/2023
Yorumlar
Yorum Gönder