BIBIN YEK
BIBIN YEK
Dijmin me nakin bira
J'mer nabêje ser sera
Çiqa bi hev nexweşin
Ji bo me tim zik reşin
Hevî dikim ji bo xwedê
Ji bona xatirê bav û dê
Bibin yek dest bidin hev
Beriya li we ne bûye şev
Em tev herin welatê xwe
Em bikin kar û barê xwe
Xweşî û başî bê welat
Ji gulistan bibin xelat
Kurdistan bikin bihuşt
Em ava kin hemû tişt
Ji mêj ve ji wer dibêjim
Êdî ez nizanim çi bêjim
Neyar malê me xwarin
Em ji hevdu ra xedarin
Hin kurdê me hişyarin
Kes li wan ne guhdarin
Derd û kul pir giranin
Gelek kurd qe nezanin
Cîhan tev li me neyare
Ji hevdu ra dost û yare
Em guhê xwe nadin hev
Karê me dev davên hev
Tê me bahozek navser
Ji hev ra em weke kêr
Em bi zor û zor darî
Li hev dikine çav sorî
Ji mêj ve kurda gotîye
Min jî ji wana girtîye
Kurmê darê ne ji darê
Dar tucar nayên xwarê
Derdê me kurda pirin
Gelek di vê rê de mirin
Azad nakin tu warî
Li hemberî vî neyarî
Hêvî dikim ji we gelek
Bo xwedê em bibinyek
Lê gava em nebin yek
Em ê herin yek bi yek
S mêrdînî. 24.10.2020
Yorumlar
Yorum Gönder