POZ BI XIZÊM, NIG XIRXALÎ
POZ BI XIZÊM
NIG XIRXALÎ
Dil û cerg te sotin dîlber
Bax û baxçê sing û ber
Bê gotin û him bê xeber
Li dilê min daye xencer
Lewend wek perî û horî
Zend, bend mircan morî
Poz bi xizêm, nig xirxalî
Sîma nûrek da li derdorî
Dema tîr avêt ser vî dilî
Ser sînga min dil di kelî
Dil firîya bê bask û perî
Ser sînga wê dil di helî
Dil bûye wek dara bêber
Devû ziman nade xeber
Çawa bêjim kul û keser
Dîlber te çêkirî ye xeter
Dîlber tuneye, bivî rengî
Kirim aşiqû kirim bengî
Wek kar xezala çelengî
Dil û cerg l'min kir tengî
Wek masîyê derê ji golê
Dîn kirime berdam çolê
Xwesteka min çû ji holê
Ez çawa hilînim evê tolê
S Mêrdînî 28,05,2019
Yorumlar
Yorum Gönder