ME GO BIRANE



ME GO BIRANE


Ji mêj me go birane,

ca meyzînin halê me.

Dijminê gelê xwene,

wêran kirin malê me.


Ji kobanê diçe axîn,

bajar xera kir bira.

Binêr l efrîn tax b'tax,

bira tev kirin xera.


Talan û mal wêrane,

ar û pêt û şewatî.

Vana çito birane,

çewa dibên biratî.


Rom, ereb, ecem bûn,

li me tevdîr gerandin.

Dest de şûr û kêr bûn,

pê serê me firandin.


Kurdno ji hev dûr nerin,

xayîn wek marê korin.

Dewlet li pişta wanin,

ew tev şivanê neyarin.


Divêt ku em azad bin,

bibin yek mil bi mila.

Xak û ala meş bikin,

bidin hev gurzê gula.


S mêrdînî. 11.11.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL