GELÎ XUŞK Û BIRA



GELÎ XUŞK Û BIRA


Ey gelî xuşk û bira,

ma ne şerme tu razî.

Te meydan da dijmin,

tu li kolana dibazî


Çar alîyê te û gerdûn,

bi kîn û henek tinazî

Ger tu dozê naxwazî,

kîyê doza te bixwazî


Gazî kin keç û xortan,

şêr û xezalê kurdan

Bilbil û şalûlê gelî,

jîr û zana û merdan


Rastî û heqî dermane,

ji bona kul û derdan

Derdê me pir girane,

ji dest van nemerdan


Banga min ji zanyara,

ka ji mera hûn bêjin

Wan dilê ku birîndar,

da ku wisa nepêjin


Kurdîstan ji ferzane,

wekî rojî û nimêjin

Zulûmkar û sitemkar,

tev de xwînê dirêjin


Hozanê kurda bakin,

bi qîr û hewar û gazî

Şex se'îd û seyd riza,

berzanî û tev qazî


Şêr û pilingê kurdan,

egîd û cengebazî

Daxwazî ya me ewe,

tev de bigîhên mirazî


S mêrdînî, 25.10.20

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL