DELAL TU Çİ LI MIN DIKÎ
DELAL TU ÇI
LI MIN DIKÎ
Delal tu çi li min dikî
Derd li min zêde dikî
Birîna dilê min vedikî
Mêrdînî şerpeze dikî
Ez ciwan bûm tu zanî
Te kal kirim, li biyanî
Pelê dara min weşandî
Payîz çû te zivistan anî
Delal sor gulek geşî
Çav şînek ebrû reşî
Nêrgiz û lal û binefşî
Şêrîn bi zarekî xweşî
Delal hate şane şînê
Kevok kurka dihêlînê
Ji bona eşq û evînê
Dil û cergê min dêşînê
Delala min gulek zerî
Ne bi kovan û keserî
Bê te ez tim dinalim
Jibo min can û dîlberî
Gula nav baxê bibînî
Him yar û him evînî
Bejin ziravek çav şînî
Dilêmin j'xwer direvînî
S mêrdînî. 22.11.20
Yorumlar
Yorum Gönder