GAZÎ DIKIM
GAZÎ DIKIM!
1 ....
Gazî dikim heçê serok
Qamişlo, mihabat, dihok
Amedê civînan li darxin
Yekîtî yek çekin bi kok
Welatê me tev serwete
Pêwîste bik ne dewlete
Yekîtî dibêm her wexte
Hember neyara helbete
Dijmin li me gurê hare
Gerdûn l'me kir ne tare
Ger kurd hebe hev kare
Gerdûn b'me qet nikare
2 ....
Ey nezano ma tu korî
Ji rastîyê tu gelkî dûrî
Ma tu kurdîstan nabînî
Hov dikin lê zulm û zorî
Welat kir ne tar û mare
Dev bi xwînê gurê hare
Derd û kulê me girane
Dest kesê qirêj gemare
Heçê hovên vê dinyayê
Xwedê bide wan belayê
J'gerdûnê deng dernayê
Hewara me kesek nayê
3 ....
Kesên dike şerê bira
Ji bona dirav û pera
Dibe nêçîrvan ê gura
Tucar tune jê re sera
Welat firot in neyara
Bi ewro ya bi dolara
Bi bimba û bi teyara
Ar pêxist gelî û zinara
Bijî ji wan kesên delal
Ç'rind dike keda zelal
Qenc û huba dilê gele
J'gel bersiv him sewal
4 ....
Ez kurdim bi dilovanim
Dil nerm û aşitî xwazim
Li dinyayê deng dayî me
Ezbin destîyê naxwazim
Mêrxas û cenga werim
Leheng û egîd û şêrim
Li kurdistan li şengalê
Nêçîrvan ji bo neyarim
Ez wekî teyrekî bazim
L' dinyê bêkes lewazim
Ji birînên kûrr dinalim
Ne şerok aşitî xwazim
S mêrdînî 015.05.2021
Yorumlar
Yorum Gönder