GUNDÎNO!
GUNDÎNO!
Ca werin gundîno werin
Were gundê xwe binerin
Kes nema ye hemî çûne
Xanî xera û wêran bûne
Nemaye av, li gelîyanda
Av ziwa bûye, di bîranda
Kes nayê hewara gunda
Ez mame pişt deriyanda
Koşk û xanî hilweşyane
Derî û pace ji ber dane
D'gunde tu kes nemane
Ne da'wet û ne seyrane
Hey gundîno wilo nabe
Derd girane çare nabe
Min bêrî ya gund kiriye
Li xerîbîyê tebat nabe
S mêrdînî, 03.11.20
Yorumlar
Yorum Gönder