WÊRAN KIRIN
WÊRAN KIRIN
Wêran kirin gund û bajar
Koçber bûne feqîr û jar
Sîxûr belav bûne li kar
Hov û xayîn dikin bazar
Keko biner li gir û hûra
Mindal û dewleta kûra
Tirk û e'reb ji bo e'bûra
Em dane ber rim û şûra
Deng û qîr çû semayê
Şeq û şeq xistine rayê
Kurdê dûr ketine tayê
Li badivin wekî bayê
Xera kirin kolan û tax
Kobanê qesr û qonax
Li efrînê baxçe û bax
Ji gel diçe qêrîn û wax
Gerdûnê wek me nîne
Li kurda kuştin û xwîne
Nav me da xulam dîne
Xwîne bi wana dirijîne
Hewara me di çe banî
Xwîna me çû wekî kanî
Ne bûne yek ji nezanî
Hevî ma xaliqê rehmanî
S mêrdînî. 21.10.19
Yorumlar
Yorum Gönder