DELALÊ
DELALÊ
Nav delalê
Çav belekê
Dem hevalê
Can li balê
Bo te harim
Serte gêjim
Tim dibêjim
Kahr xezalê
Bejn sipînge
Bêhna pûnge
Li ser sînge
Ez li balê
Sîng ji geştê
Bax bihuştê
Lêv niviştê
Ruh li balê
L'min bû şev
Li dû nekev
Ez li ber çav
Tim li balê
Ez helîya me
Ber pêla me
Ez b'xula me
Bejn û balê
Bê hedanim
Mal wêranim
Dil perwanim
Ennî bi deqê
S mêrdînî 24/1/20
Yorumlar
Yorum Gönder