EY WELAT
EY WELAT
Ey welat tu pir dizanî,
derdê me gelek heye.
Hevîya me herdem,
ser bixwe bûna teye.
Çima maye parçe parçe, heta îro te deng neda.
Kuştin û talan û sotin,
şer û ceng pehra meye.
Bi sed salan tu maye,
di bin destê neyar.
Beg û axa û xwîn mêj,
qet ne xêr xwazê teye.
Ev beg û axa hemû,
yekin neyarê kalê teye.
Geh bi kotek ew dixun,
malê teya gazin ji teye.
Ma çi bûye ku carekê,
tu jî bi ser bestî bijî.
Heyf û tola xwe bistînî,
j'xwîn mijê kalê xweye.
Mêrdînî her tim dinali,
wek şexmusê dil birîn.
Ew şerpeze û belangaz,
tim xemgîn û hiznê teye.
S mêrdînî 29.10.2019
Yorumlar
Yorum Gönder