BI DU PÊ HER WEKÎ ÇARIN
BI DU PÊ HER
WEKÎ ÇARIN
L' ba ereb, ecem û roma
Zimanê min qedexe ye
Her tişt li ba wan he ye
B tenê zarê kurdî tineye
Hin kurd ji bo wan bave
Wek marê kor liber tave
Ji bo ser kursî w dirave
Jîn l'me kirin êşa zirave
Ji wan pirskin kurdî ye
Dil li cem neyarê wî ye
Ew dijminê gelê xweye
Ji bo hestî yan kole ye
Ji ber wan ketime tayê
Ez nikarim bînim rayê
Serê wan kadîna kayê
Giyan çûye qalik mayê
L' hemberî çanda meye
Mêrkujê qewmê xweye
Ji ber ku ew bê kêrin
Dil êş têk çûn tê he ye
Bûne wek kurmê darin
Li dij gelê xwe neyarin
Bi du pê her wekî çarin
Hov tim li wan siwarin
S mêrdînî. 08.12.19
Yorumlar
Yorum Gönder