AŞÊ KORPAL



AŞÊ KORPAL


Aşê korpal li ber pale

Aşekî pir û pirr delale

Dîroka ji mêj kevnare

Ji wextê  bav  û  kale


Aşê korpal ber zinêre

Çeqe çeqa li bin gêre

Şev û roj heba dihêre

Li me dike xêr û bêre


Aş li ser çemê şêxane

Aşekî xweş û bi xane

Bi dîmen û b'xweza ye

Nava tixûbê şivistane


Find û çira tim li serin

Qeraş bi wana digerin

Ard di hêr in mîna hinê

B kevirê bin û b'ê serin


Bi dengekî b teq û teqe

Car carna bi leq û leqe

Weke  aşê  xalê  hemo

Xweserî û b'şeq û şeqe


Şagirt devê ferd vekirte

Pîva û para qeraş girte

J'deh kodik yek yawîye

Bi kodika dewl dagirte


Hêdî  hêdî ard di hêre

Cotikê ferdan dadigire

Tênin mal dikin hevîre

Hevîr hiltê aş tê ji bîre


S mêrdînî, 03.01.21

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL