KOVAN Û XEM!
KOVAN Û XEM!
Kovan û xem, derd û kulê dilan
Meha nîsan û adar û gulan
Her sê mehê biharin gelekî xweşin
Hatiye dema ve bûna bûkikê gulan
Dema hêşinahîya mêrg û dar û bax
Meha pûşper û tîrmeh û tebax
Her sê mehê havînin gel geş dikin
Hemû kes dixebite di bîstan û bax
Min dil tê de hezar xebat û kar
Meha îlon û cotmeh û mijdar
Her sê mehê payîzin pel diweşin ji dar
Lewma dûr ketim ez ji dilber û yar
Meha berfenbar û çile û li duwa
Him digel sibata zîn û newa
Bayê kurr li min cewr kir ye hewa
Her sê mehê zivistan rihetîya mirowa.
S mêrdînî. 23.11.20
Yorumlar
Yorum Gönder