ŞÊRÎN Û XWEŞ!
ŞÊRÎN Û XWEŞ!
Şêrîn û xweş bi dengî
Delal xwedî sê rengî
Kesk û sor û him zerî
Li dijî dijmina xencerî
Mircan, gevher xweşikî
Dilê keç û xortan pakî
Cîhê bilind xweş li serî
Tu jibo herkes serwerî
Tu taht û lat û zinarî
Xwedî netew û warî
Tu gulî nîşana kurdî
Kurd bi te ser bilindî
Jor de bilind difirî
Tu li çiyan pire pirî
Ji bo dilan dermanî
Tu li gerdûnê erzanî
Jîna te her dem xûne
Dîrok te tim di xwîne
Tu ne bax û bîstanî
Ne jî havîn sivistanî
Tu gula li ser destanî
Welatê mi kurdistanî
S mêrdînî. 14.11.2020
Yorumlar
Yorum Gönder