WELAT HIŞTIN
WELAT HIŞTIN
Ew reva li ser trektor
Ew mal û milk û motor
Hemû l'şûna xwe hiştin
Berê xwe tev dan sînor
Gihaştin hev bi sê hêla
Ew tev ba didin simêla
Welat hiştin ji xelkê ra
Çûne li ber çem û pêla
Ew êrîş dikin xêratan
Li wan erd û welatan
Serê hev dûv dêşînin
Jibo çend lib patatan
Sond dixun bi telaqê
Ji bo hinek erzaqê
Li hev dikin lê dayê
Kurdên başûr li îraqê
Qamişloka minî evînê
Keç û xort tev bi xwînê
Lê ez çi bikim mixabin
Wa tu wana tev dibînê
S mêrdînî. 17.11.18
Yorumlar
Yorum Gönder