GER WELATO!
GER WELATO!
Ez bi gorî me bivî rengî
Welatek bi nav û dengî
Tu netewek bi ahengî
Aşiq kirim bûme bengî
Evîndara te, ez xwarim
Wek karxezala bi xurim
Bo wê hezîn û bi jarim
Ji çavan hêsir di barim
Evîn ji bo min bû xelat
Ger ez nebînim welat
Ez ê bibim vala û rizî
Ger welato nebe felat
Sê kurm ketin laşê min
Dirandî cerg û dilê min
Jîr û zanist kes nehişt
Xirab kir pergala min
S mêrdînî. 12.12.20
Yorumlar
Yorum Gönder