DILO RABE
QESÎDE
DİLO RABE
Dilo rabe ji xewa xefletê
Tu na tirsî ji qîyametê
Peyvan bike ji heqîqetê
Bi tiştê tewş naçî cenetê
Çi dîlberek bi sor û zere
Ser pirtûka pêxembere
Him seyîde him serwere
Him delîl û him rêbere
Dilovan ji roja mehşere
Rêberê pir geş enwere
Kî bi derdê min xebere
Gul û rihan wê bi sere
Gul û rihanên bihuştê
Nûr dibarin ji qudretê
Bi nûjdarî bi dadmendî
Li feqîran bike rehmetê
Jiyan hemî çû bi nezanî
Xelas nebû qesr û xanî
Dijmin derfet li me anî
Tevger kirin ne bi însanî
Emê bimrin di roja çara
Bidin ser darbest û dara
Wê bigerînin li goristana
Me têxin nav çar dîwara
Mêvanê mar û morî ya
Gorek xalî û reş tarî ya
Ne pace û ne derî ya
Ne çira ye ne ronahî ya
Zemher gorek pir tarî ye
Ser kevire bin xwelî ye
Ne doşek û ne balgî ye
Rehma xwedê xelasî ye
S Mêrdînî, 24.12.19
Yorumlar
Yorum Gönder