NEYAR XWESTIN
NEYAR XWESTIN
Neyar xwestin wê winda bikin.
Rengê kesk, sor, zer, reş bikin.
Wê bi xweşî bin ax û gor bikin.
Xwest b'keçê xwe b'nav bikin.
Ji bo gelê kurd wê ji bîr bikin.
Keçek jîr bû xwe winda nekir.
Ji neyar û dijmin bawer nekir.
Kirasê bê rûmetî li xwe nekir.
Li mezinan deng û guh darkir.
Wê çand, hunera xwe bi hêzkir.
Berê xwe da war û welat bankir.
Di girtîgehan berxwedan kir.
Rext û tifing wê j xwe re rakir.
L qad û li kolana wê şer kir.
Wê ala şer hilda û bilind kir.
Çi kir çi nekir b'neyar şer kir
Tirs j dilê me derxist kar kir.
Tirs d'dilê dijmin de b'cî kir.
Çep û rastê dijmin tevlî hev kir.
Kêşanê dijmin pûç û lal, kerr kir.
Hemû dewletê dinya yê hişyar kir.
Tiştê nû danî tiştê kevn rakir.
Ji bo hejar û feqîra xwe gorî kir.
Me delala kurda Arîn bi nav kir.
Seyda mêrdînî 28/1/19
Yorumlar
Yorum Gönder