LI SER TEXTÎ
LI SER TEXTÎ
Tu delala li ser textî
Tu êş û jana her wextî
Tu eşq û vîna b'qîmetî
Delala dilê min welat
Tu gul û him gulistanî
Tu dar û him daristanî
Tu şitl û kulîlkên dilanî
Sorgula dilê min welat
Tu kovan û xemê minî
Tu derman ê dile minî
Tu gula nav baxê minî
Xema dilê min welat
Tu çeper û kozika minî
Tu kewa gozela minî
Tu şalûl û bilbilê minî
Hinavê dilê min welat
Tu geşt û seyrana minî
Tu kêf û geryana minî
Tu horî û bihuşta minî
Seyrana dilê min welat
Tu şahî û dîlana minî
Tu deşt û zozanê minî
Tu war û wargeha minî
Şahî ya dilê min welat
S mêrdînî. 09.12.19
Yorumlar
Yorum Gönder