ZIMANÊ ME!
ZIMANÊ ME!
Zimanê me pir şêrîne
Xweş, rind û nazenîne
Wek bihara rengîne
Him jîne û him evîne
Zimanê me pir xweşe
Dilê me bi wî geşe
Ger te erk û xizmete
Tê ziman bibî pêşe
Ger ziman biçe pêş
Kêm bi derd û kul û êş
Zimanê kurdî şêrîne
Wek hingivê safî mêş
Kesê bê ziman lale
Bê dost û bê hevale
Wekî kalê ber pale
Bê bav û dê û xale
Pariyek goştê nerme
Ne hestî û ne çerme
Him xweş û him şêrîne
Bê ziman jîyan şerme
Ziman mifteya nave
Ronîya her du çave
Bi roj ew şewqa tave
Him dê û him jî bave
S mêrdînî 17.10.17
Yorumlar
Yorum Gönder