AMED BINER!
AMED BINER!
Amed biner li efrînê,
çi agir ser de dibarî.
Maye li ber dil êşê,
bi qêrîn û bi zarî.
L bax û dar û zeytûn,
lê dinêre bi dilbirîne.
Zar û tîp cur bi curin,
dibînin xem civîne.
Ew jî wek te b'xemgîn,
bê hogir û hevale.
Ger çi dibê bi cesûrin,
wek şêx seîdê kale.
J dewra osmaniyan, heya niha hêsîrî.
Di qeyda aqlê sivik,
belangaz û feqîrî.
J'bo navê dîn û îman,
xulam û dergevanî.
Di çol û deşt û zozan,
ji bona dijmin şivanî.
J nav we girtin kuştin, welatparêz û serwer.
Di şûn egîd û şêran,
hiştin keftar û diz,ker.
Efrîn xweş û şêrîn,
kirin der jîr û zane.
Hov û sîxûr û xayîn,
kirin talan bi tekane.
Gelek zana tev birin,
xistin heps û zîndana.
Nîşan û nêçîr kirin,
civandin li meydana.
Rom û e'reb û e'cem,
wan ne dîn û îmane.
Weke dûpişk û marin,
j'bo me daye fermane.
Milet ji bo te nexweşin, gerdûn bona wan tarî.
Kul û derdan dinoşin,
ketin destê neyarî.
Çar perçe hev bipirsin,
çi ye êşa me kurdan.
L hember hev bigirsin,
bi êşa jan û derdan.
Rêya rastiyê dizanin,
kul û derd û hejarî.
Bi hev ra tim xizanin,
di rojên teng û tarî.
Yekbin l'hember neyarî,
bona kurdê belengaz.
Di gel hev alîkarî,
wekî mêrê hunerbaz.
Amed tu hewler bibîn,
tev de burc û kelatin.
B'dengê kewan bixwîn,
lê bike jiyan û felatin.
L welat tim ceng û şer,
şikeft û lat û tatin.
Civat û hîn û tevger,
hev dîtin û xebatin.
Çewa tolê nastînin,
ji neyarê sitemkar.
Tê da derfet nabînin,
dijmin nakin tar û mar.
Mane bêçar û bêpar,
bi gazin û bi hewar.
Bêperwerde par û war,
bêreber û xwendekar.
S mêrdînî. 06.11.2020
Yorumlar
Yorum Gönder