Hz MUHAMMED (s.x.l)
Navê Muhammed
(s.x.l)
Navê Muhammed,
bibêje her deman.
Naqedin qet lênûsk, pênûs, zar û ziman.
Darên dinê ger tev pênûs, derya hibir.
Wê jê re çê bi bin,
kanî, rûbar û nehir.
Hemû gerdûn, însan,
û cin, firîşte û 'am.
Tev bibin zanyar û nivîskar, ta qîyam.
Nikarin wesf û pesnê,
bejn û bala wî bidin.
Herdem ew bi geş e, şewq û tîrêj jê diçin.
Kesên ku guhdarî,
van pesnên Nebî.
Dilovaniya yezdan,
li gora mirîyê webî.
Jibo Resûl bêhejmar,
rêz û silavên b'şewat.
Ta hûn hebin li dinê
valanek dev j'selewat.
S mêrdînî 15.01.2021
Yorumlar
Yorum Gönder