BARAN



BARAN


Baran xêr û ber anî

Dibar ji xizna ezmanî

Bi dem û bi dewranî

Tu ava nava ewranî


Baran ava zemzemî

Ji bo dilan melhemî

B zêr û zîv û dirhemî

Tu ava rûbar û çemî


Baran ava çemanî

Êş û jana xemanî

Ji derda re dermanî

Tu ava gol û deryanî


Baran ava deryanî

Dermanê gewrîyanî

Ji zeryan ramûsanî

Tu ava jîn û jiyanî


Baran ava kanîyanî

Li cem te koşk û xanî

Bingeh tu kes nizanî 

Tu ava ewr û ezmanî


Baran li jor tê xwarê

Demsal meha adarê

Şîn dibe pel kê darê

Tu ava berfa cobarê


S mêrdînî. 21.11.20

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL