GUL PERÎ BÛ!
GUL PERÎ BÛ!
Delalê wek heyva şeve
Yarek b'eşq û evîn teve
Ar berda dil derna keve
Dil bire bigerma xweve
Gul perî bû an jî horî bû
Çav bikuj bû ew zerî bû
Kar xezala pez kovî bû
Pir rind û ew serperî bû
Awirên çavan aşiq kirim
Evîn kirim gel xwe birim
Bi eşq û evîn bi dil kirim
Wekî li e'zmana di firim
Delalê êşa li nava dile
Saf baxçeyê bi sorgule
Bext ku neda ye bilbile
Bilbil tim bi derd û kule
Delal seyda birîn dare
Birîna wî pirkûr xedare
Zulmê ê dî bes lê bike
Li gel te ew stû xware
S mêrdînî. 22.10.2020
Yorumlar
Yorum Gönder