EZ CAN GORÎ JI BO WELAT
EZ CAN GORÎ
JI BO WELAT
Warê min xweş welatî
Dinav ar û pêt û şewatî
Em ji bo te bi kêr nehatî
Ez can gorî ji bo welat
Bê pêşeng tim sekanî
Tu bê serek bê şivanî
Wargeha derd û kulanî
Ez can gorî ji bo welat
Tu warê mem û zînî
Dil û cergê min dihelînî
Tu termê min dikizînî
Ez can gorî ji bo welat
Dilê te cizîra botane
Mixabin îro/j xopane
Cirîd davêj in kotane
Ez can gorî ji bo welat
Çiyayê cudî tev agire
Xwîn li ser pêç digire
Cîhan ji bo te li şere
Ez can gorî ji bo welat
Çiya û zozan tev ave
Çem û kanî û delave
Li nav newalan belave
Ez can gorî ji bo welat
Ji bakûr heya rojhilat
Li çiyayê sîpan û xelat
Ji başûr heya mahabad
Ez can gorî ji bo welat
Derdê welat ji mêj dirêje
Neyar û hov nav navêje
Ji ramana serê min gêje
Ez can gorî ji bo welat
Kes arê dilê me natefîne
Herderê welat dişewtîne
Dinya me li hev nacivîne
Ez can gorî ji bo welat
Welato tu ne mêr kujî
Bêzar, ziman nikarî bêjî
Ji ber wisa tu gelkî gêjî
Ez can gorî ji bo welat
S Mêrdînî 29,05,2021
Yorumlar
Yorum Gönder