NEYAR HOVIN LI DINYA YÊ
NEYAR HOVIN
LI DINYA YÊ
Neyar hovin li dinya yê
Bawerî qet bi wan nayê
Dest wan ketine belayê
Wekî pûş û loda kayê
Bê bawer û him nizanin
Wek mirovê bê îmanin
Ne însanin ne heywanin
Ew bêbext û bê ûcdanin
Ji rovî yan fenek tirin
Ji hemû giyana hov tirin
Se û keftar j'wan çêtirin
L' dijî me ew hirç û gurin
Welatê li hev parve kirin
Malû milk tev talan kirin
Ne mirovin ew dil kevirin
Wek dûpişkû marê korin
Hinek ji wan bivê nevê
Jiyana wan b'êrîş û revê
Jibo wan ave mîza devê
Dil reşin wek tarîya şevê
Ger em nebin yek û milî
Dest têxin dest b'hev tilî
Em şax navên ne jî gullî
Wê hêsir bar ji çavê şilî
S Mêrdînî 03.07.2017
Yorumlar
Yorum Gönder