Kayıtlar

Eylül, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

WELATO 1

Resim
1 Welato!  bi kene, xwe bike ewrek, bila bibe evîn ji bo baranê ra. Welato! bi kene, xwe bike biharek, bila bibe ba ji bo dar û bera Welato! bi kene, xwe bike romanek bila bibe helbest, ji bo çîrokên perî Welato! bi kene, xwe bike hisretek bila bibe kulîlk ji bo evîn dara. Welato! bi kene, xwe bike agirpijek, bila bibe sedem, ji bo ketina neyara S Mêrdînî 30.09.21

DÎLBER 1

Resim
DÎLBER 1 Dîlber, ez ji ber evîna te, dilê min, sermest bûye, tim li benda teye, hestên min, hemî pûç bûye, dinava bêdengî ya, hestan de, hêvîyên gul û, gulgulî vedirês e, bi elenda ber banga, sibêra xwe, xûya dikin û, bi te re mijûl, dibe dilber ...! S,M.23.08.21

KURDIM

Resim
KURDIM Ez kî me ha ez kî me Kurdim kurdistanî me Divêt dewlet ava kim Bi deng û ez bi navkim Xwe bi gorî û fîdakim Ez Ala rengîn li bakim Ez zanim bar girane Çi bikim gel nezane Ezim li qad û meydan Rêberê egît û merdan Egîtek wek min nîne Wekî min kes nedîne Wek piling û wek şêrim Li hemberî sed mêrim Gava ez şûr dikşînim Ser ê dijmin difirînim Bû hewt hewta sîxoran Bûye şinge şinga şûran Çek û qirme li meydanê Dibarê wek tavê baranê Ez kurdistan felat kim Ji gelê xwe re xelat kim Bi destûra xweda be Dê welatê min ava be Her wekî hemî milet Ez bibim xwedî dewlet Ez biçim koma miletan Li gel hemû dewletan Ez bibim xwedîyê morê Li hemberî zulm û zorê Da ez nebim belengaz Ne pepûk û ne jî baz Ez kurdîstanê bi bûkkim Kurd li welat bi zavakim   S Mêrdînî 22.09.2021

HEVALÊ RIND!

Resim
HEVALÊ RIND! Çiqas bedew û dîlberek nazenîne Çiqas baş û delalek xwîn şerîne Hevalê qenc, rast ew xêr xwazîne Tim ew dil civîn him xem revîne Şîretvane liba dostê xwe dermane Di tengasiyê de ji dost re piştvane Ji dostan re bi cangorî û bi qûrbane Li gel hevdu li ser bana di xwîne .... S Mêrdînî 17.09.2021

WELATO 2

Resim
WELATO .! Xwezî ya  ez kor bûma min te bi van çavên xwe ne dî ba. Xwezî ya  kerr bûma bila ew dengê tanq û topan min ne bihîsti ba. Xwezî ya lal bûma min tim negota  ez ji te  hez dikim. Xwezî ya şeyda bûma min derd û kulê te êş û jana te ne dîti ba Xwezî ya hîmek bûma li bin deryayek  bê binî de veşartî bûma Welato..!!  Seyda Mêrdînî 19//09//2021

MIN ZERÎYEK DÎT

Resim
MIN ZERÎYEK DÎT! Min zerîyek dît, gelek  bedewe. Wek gula zere, kevok  û kewe. Bejina wê dirêj, wek spîn dare. Rûyê wê bi kene, nûr jê di bare. Zerîyek hêjaye, qîza kurda ye. Ji dûr xuyaye, keça merda ye. Çav rengê şîne, ava derya ye. Bi hizn û sîma, wekî horya ye. Bedewik weha, fenanî kewê. Nayê ziman, bi xeyal û xewê. Li derîyê meşkîna, min lê mêzekir. Li bejin û balê, min tema şekir. Wek ji xew rabim, min çava vekir. Sewtek li serbû, wek şîr û şekir. Gûlîyê porê wê, wek marê reşbû. Bi meşa kûbarî, ew keça botîbû. Bi bêhn girtinê, min ji bîr kirî. Li hember zerîya, dest bi henekirî. S Mêrdînî 17. 09.2019

TUYÎ PARA MIN!

Resim
TUYÎ PARA MIN ! Li vê cîhanê tuyî para min Ji nav zerîya tuyî yara min Bite rû geş û bite dilgeşim L'kurdîstanê tuyî gula min. Xwezî wê dema rûnim li nikte Bi dilgermî bigrim herdu destê te Serê xwe deyn im li ser sîngê te Jibo derman bike derd û kulê min. Demsal biharê wer şêrîna min Ezê himêz bikim te evîna min Ji ber vê evînê ez nema binalim Derd û kulên min herin ji bîra min. Tu qebûl nakî zor delala min Tu guhdar nakî li qêrîna min Bedew û narîn, tu şêrîna min Were bi kewîn vê birîna min. S Mêrdînî 16.09.2021

CAN Ê ŞÊRÎN

Resim
CAN Ê ŞÊRÎN Xwedayê min daxwazî ya cîsm û narîn. Tev jîn û jiyan, gerdûn can ê şêrîn. Bi dil û can me bi rê kirin çûn ji dinê. Şehadet anîn ez divêm bi rebê jorîn.  Xwedayê mezin, laşê rizî sax dikit. Mirina bi şeref û bi rûmet jîn dibit. Gelek şad û bext, û ser dil şewit. Jibo yezdan, min hiştî ye jîna şêrîn. Pêxember agahdar nake tu kesîn. Ji halê min seyda ez dûrim ji mêrdîn. Min ne xeme ji qetandina gerdûn. Ji bo dûr ketina welat, ez dikim şîn. S Mêrdînî 16/01/2020

JINA ÇÊ

Resim
JİNA ÇÊ Jina çê gotinê na êne ser xwe Ne ser çava dinêre tim li ber xwe Bihatina mêvana dil xweş e ew Mêrê xwe re nabê je tucar tew Dema mêr dil kul û xemgin bike ger Ji wî re ew dibe wek gul û pel zer  Ji mêrê xwe re tim ew xem revîn e Ji wî re rast û dost û dil civîn e. S Mêrdînî 15.09.2021

NEMA KARIM!

Resim
NEMA KARIM.... Nema karim xema rakim wax şêrînê keça mamê Ji derdê te ez ê bimirim lêv hingivê ji şekrê şamê Dûr te naçim ez carekê wax şêrîna min bêrîvanê Erd û ezman bibin yek li min û te ax evîn û vînê Kirasê bejna te rengîne hey bedewê ax dilovanê Gelekî tu bi hilm û bêhnî wek bihara dor mêrdînê Kul û derdê dilan pir bûn ez evindarê te me canê Agirê dilê min de gûr bûn ez seyda gorî w heyranê. S Mêrdînî 16.09.2021

AXIR ZEMANE!

Resim
AXiR ZEMANE Kul a dewrê giran e Ji derdan re dikan e Çilo çûn dostê sadiq Zeman axir zeman e Gerdûn de bûne xar e Wê dem û gavê zor e Dikit pir çavan kor e Zeman axir zeman e Neyar ket şiklê dostan Bi dest zana û hostan Ne xapin hûn bi pûştan Zeman axir zeman e Bi dev dost dil neyar e Kirasê me gurkî har e  Jehr û dûpişk û mar e Zeman axir zeman e Dema ew bête ba me Di dil de kêr û qam e Bi dev jî ew xulam e Zeman axir zeman e Dilê wî tev de kîn e Dema fûrset di bîn e Ne wîjdan e ne dîn e Zeman axir zeman e S Mêrdînî 15.09.2019

YA REBBÎ

Resim
YA REBBÎ.! Ya REBBÎ ez tobe darim Li dergahê te zare zarim Bar girane ez pê nikarim Ferdek ji ebdê te hejarim Ya REBB dia me qebûlkî Cankêşê de me şaş nekî Me û vî feqîrî, rû reş nekî Tu tobew dia me qebûlkî Tu efû bikî vî bendê xwe Neqewtînî j'dergahê xwe Ji bona xatirê hebîbûllah Ji bo not û neh navê xwe Bibexşîne me w mêrdînî  Çav bi hêsir û dil bibirînî Ya REB birîna re dermanî Xwedanê roja yewmidînî Bi êş û jana ez pir diêşim Min pişt date ne bêkesim Bendê teme tu Rebbêmin Her demê ji te pir ditirsim Ez feqîrim ez belengazim  Ji te efwa xwe dixwazim Ji derd û kula min xelaskî Him xizan û him mulazim S Mêrdînî, 12.09.2021

DÎLBERÊ

DÎLBERÊ! Xwestek û hêvîyê minî jiyanê dinava dilê min de, hatine winda kirin, ez dixwazim, bi çend gotinan, bînim ziman lê belê ez nikarim, û nizanim çi bêjim, ji ku ve dest pê bikim, lê ji ku da bi dawî bikim, ger dema ez binivîsim, dixwazim çend hêsirên, çavan berê bibarînim, dikim nakim nikarim, ji ber ku hêsiren, çavê min ziwa bûne, ji êş û jana te dîlberê, nema hêsiran dibarînim, bi tenê ez bûme girtîyê êş û jana te dîlberê, dîlbera xwe ...! S Mêrdînî 14.09.2021

FELEKA XAYÎN

Resim
FELEKA XAYÎN ...... 1 . Feleka  xayîn,  barê min giran. Li min tefandin, rohnîya çiran. Çar gurê harin, hev didin diran. Tê doza kurda, ligel hev biran. 2 .. Belengaz kuştin, bi kerb û bikîn. Gelî  û  newal,  tijî  bûn  ji xwîn. Ecêba wê kengî, ji bo me mizgîn. Divêt azad bim, d'demek lezgîn. 3 ... Şêrên kurdan, tim nemir xuyane. Mal zanîngehe, ew lê gihane. Ji mêj de ew, mêrxas wehane. Bo welatê xwe, ew can fedane. 4 .... Ger tu li dinê, nebî mêz û xîret. Dilê te neşewite, li gel û millet. Tê cefayê bikşînî, li dinê û axret. Dojeh bo te bibe, agirê bi pêt. 5 ..... Derya çavên te, pir dûr ez birim. Di tarîya xwe da, te ez dîl kirim. Ez bê dewletî, bi derd û kul kirim. Di eşqa xwe da, ez zîndan kirim. 6 ...... Ev çendî salane, ez li ser te dilanim. Min heware her dem, ji bo te lalim. Li biyanîyê bê dengim, ez li vînê. Li min bibore, ez nema ê dî dikarim. Seyda Mêrdînî. 11.09.2021

RÛYÊ MIN PÊ RE VEBÛ

Resim
RÛYÊ MIN          PÊ RE VEBÛ Li gel kur apên xwe di wê kêlik û gavê Rûyê min pê re vebû,  her wekî roj û tavê Ez pir kêf xweş bûm, dilê min bûye geş Min gava derdor nerî  li wan rû yên xweş Bi rengên keskesora dîmenên pir xweşbûn Wek tîrêjên rojê bûn lê baş xuyanî dibûn Ewan rengên bedew  her wekî xemlê bûkan Em tev hevdû civiyan li dik û bin sîberkan Ji ciwan û ji xortan,  li gel zêç û zarokan Gazin kirin dixwendin bi pend û bi çîrokan. S Mêrdînî 13.09.2021
Carek din bi zimanekî qedexe ji gundekî dûr şîn radibe, talan bi fermanê hovane têne kirin. Gundî direvin qontara çiyan ber bi dilê dê û xwişkan yek li pey ya din birîneke xwîn xwar e ew birîna bi xwîn gund û war ê min e. S Mêrdîn 12.09.21

DÎLBERA MIN!

Resim
DÎLBERA MIN. Dîlber rind, gewr û boze Min jibîr nekir şev û roje Ji bona dîlber cangorî me Ew jibo min daw û doze Rojên şêrîn û gangoke Hêsirê çava bûn cihoke Ez evîndarê teme dîlber Geştkin li cûdî û bahoke Dîlber delal wusa neke  Derd û kulê min veneke  Tu yê zehf li min bigerî Bilî min kes te heznake Şeva tarî ronahîya minî Tu gulava ji baxçê minî Ger li vê dinyê ez mirim Ji virda pê de tê bi mînî Dîlbera min ez û tu teva Nava baxçe li rex heva Ger kudistanê nebînim  Em ê şîn bin li gel heva  S.Mêrdînî, 26.07.2020

JI XEW RABÛM

Resim
JI XEW RABÛM. Ji xew rabûm roj hilatî Tu li kuma çima nehatî Ne wek kesê vê cîhanê Mal xerabê mal mîratî. Ez û tu ji hev bûne dûr Kar nekir tişt nexistî tûr Tev nezanî tev bi qusûr Em li dinê bikêr nehatî.            Kes nikar spasya mêrxas            Li dinê em mane pêxwas            Nebûn dewletek xwenas             Lewma em ji hev dûr ketî. Ji mêj li gel te xweş mêr Mixabin em mane bêkêr Ji neyaran başî nabe xêr Çima bêkêr em j'hev ketî?            Her deverê tuyê mêrxas            Li nav me henin pêxwas            Çima li hev nabin xwedî            Hin zik reşî û hin berbatî.            Seyda Mêrdînî 11.09.2021

BI BIRYARIM!

Resim
BI BIRYARIM! Ez bi eşq û evîndarim  Dil bi pêt û dil bi arim Bo niştîmanî xûnavim Tim û daîmî ez dibarim Gul û kulîlkên  biharim Dar çinara ber robarim Ji  bo te  bişkîn û birim  Zozan û deşt û zinarim Qemçek sapê sûxarim Dûr ji te cenan li karim Ji bo te bi êş û bi jarim Soz bi te re bi biryarim S.Mêrdînî 05.09.2020

ÇI CÎHANEK BÊ WEFA YE.

Resim
ÇI CÎHANEK                BÊ WEFA YE Cîhanek xweş û rihete  Her kesî re bi rehmete Ji bo feqîran zehmete  Çi cîhanek bê wefa ye  Cîhek b'eşq û evîndare  Tu kesî re nebûye yare  Ji bo kurda ew neyare Çi cîhanek bê wefa ye  Ev sekana baş û qence Ji bo her kesî bi hewce  Ji bo xizana bê hewce Çi cîhanek bê wefa ye Çi wargehek pir şêrîne  Bi ekl û tehma hingivîne  Dilê min bi kul û birîne  Çi cîhanek bê wefa ye  Bi dîmenan pir bedewe Xwarin timî nan û dewe Birîn mane tev bê kewe  Çi cîhanek bê wefa ye  Lewend û xweş û rinde  Hene pir bajar û gunde  Bo me tune çira û finde Çi cîhanek bê wefa ye  Seyrangeh geşt û geşe Car reş û carna xweşe  Rojek were wê hilweşe Çi cîhanek bê wefa ye  Cîhê dîlan û şahî û kêfe Me tev xistî binê li hêfe  Kurdinoo sed carî heyfe Çi cîhanek bê wefa ye  S.Mêrdînî 10.09.2021

WELATO3

WELATO3 Min bêrîya te kir, tu ketye bîra min. Navê teyî şêrîn, hatîye bîra min. Ez te ji bîr nakim, ey welatê min. Wekî ber bi êvarî, ez pir westya me. Wekî şevên windayî, dil şikestî me. ez deryaya tijî, çav bi hêsirim. Okyanûsa bê binî me. Robarê min, ji çav, kanîyan, ziwa dibin. ava min qedîya, ez hîn jî evîn darim. Dîsa jî aşiqê te me, ey welatê min ...! S Mêrdînî10.09.2021

NETEWEK BÊ DEWLET BE

Resim
NETEWEK BÊ                 DEWLET BE. Netewek bê dewlet be wek zarokên sêwî ye Wê feqîr û nezan be tim tî û tim birçî ye Xuyaye li ber çava ye cîhan tevde dibîne Ta ku nebin netewî zanist û tifaq nîne Baxê rez dor sinc nebe pez û dewar li nave Bi kar anîna dê çi be? rewşa kurda liber çave Wek rezê bê nobedar wawîk û hirç li navin L' nav gurên dev bixwîn em bê roj û bê tavin Kurdno ez jibo we gorî  zaroka bidin xwendin Di esra bîst û yekê da  wek me bindest çendin S, Mêrdînî 09.09.2020
Êvare Roj li ber avaye  Roj li zerketare Kerr û bê dengîye Di nav tîrêjên dawîn de Ji rojê  Ez pêca me Dilê min  Pir bi xemgîn Bi xweziyan re Bi xewnan re Bi xeyalan re Bi alîyê te de Der in û têne.!!  Seyda Mêrdînî. 09//09//2021

SÛCÊ BAV Û KALA

Resim
SÛCÊ BAV Û KALA Sedem sûcê bav û kala Em xistine çi hala Berê xwe dane bihuştê Bi wan xewn û xeyala Digotin em misilmanin Barê milê me giranin Hûn bi tiştekî nizanin Berî dan xwedê teala Emê çi bikin ji dinyayê Tucar bi karê me nayê Em gel hemû birane Demên me çûye vala Hey gelî xayînê kurda Ez çi bêjim hûn nexeyda Eger ji bona axretê Li min neke tu sûala. S Mêrdînî 08.09.2021

ZARÊ BIYANÎ

Resim
ZARÊ BIYANÎ? Bi pesnê zarê biyanî, barê xwe neke giran. Bi zarê xwe xeberde, bibe nift ji bo çiran. Hawir dor ronî bike, çira be ji şevên tarî. Bibe sedema ronahî, Her wekî nûr bibarî. Kîjan ziman xeberdî, tu xebata wî dikî. Zimanê xwe dikujî, xwelî liserê xwe dikî. Her netew bi zarê xwe, lê tu bi zarê biyanî. Xuyaye ku boy çiye, ji ber ku tu nezanî. Bawerîya bi yezdan, zanîst û ilim nebe. Wekî kesên rasteqîn, dê li ser eslê xwe be. Çand û ziman ligelbe, ji bona mafê milete. Her netewek mafdare, bibe xwedî dewlete. Dema zarê te hebe, êdî nabî stû xwar. Dê li koma netewan, bote hebe kursî û zar. S Mêrdînî 08.09.2021
Bax û baxçe w pelên dara bi xemgîne, kom kujîyên bi gotinan, û heydût û zalimên li kolanan, bi êrişên wan ê hovanê û nîjadperestî, li kar kerên mazlumên bê tifaq dikin, û bi navê ola paqij! irz, mal, milk, namûs, şeref û rûmeta wan li xwe helal dikin, van çavkanî û delîla ji ku derê tînin? S.Mêrdînî 08.09.2021
Dema tîrêjên rojê li ezmana di elendê, ber bangê de xwe radixîne, gerdûn dikene û ber bang dest pêdike, bi milyonan  gul û kulîlk û nêrgiz cûr bi cûr dipiş kivin, dilên evîndara jî serxweş û mest dibin, êdî şev bi dizî hêdî hêdî virde wirde diçe û bardike, xemên evîndara di hembêza xwe de vedişêre û dilorîne, ji bo ku bi roja xwe şabibin û helbestên evînî ji sîberkên xwe derînin û bihûnin, ji bo carek din bi dil xweşî bi şevê re bibin heval û derbas kin şeva xwe,,,.! Seyda mêrdînî. 07.09.2021
Baran hûr hûr xweş dibare, gola wanê sermest dike, xwezayê ber fireee dike, keştîya rêwîya bi lez û bez bi rê dike, mijank û ebrû yên çavên min, bi hêlekanên   keştîyê re bi rê dike, bi deng û pêlên avê re, bi çipik û dilopên baranê re, bi şek, bi gumanan re, bi dû sîberka te re, min bi xwe re tîne ...! S Mêrdînî 05.09.2021

PIR NAZDARÎ

Resim
PIR NAZDARÎ Pir naz dar î Bi  yek  car î Tu nirx dar î  Gula  li  dar î Bi bêhn xweşî Tu tim bi geşî Ew kar xezela Gewr çav reşî Şox   û   şengî  Remz û cengî Dilê min   sotî Gulek bi rengî Bide min  geş  Bi  çav ên reş Li penaberîyê  Bûme nexweş Êş giran  zor e  Birînê mi kûre  Tim çav li rêye Li hawir dore Ez te nabîn im Tim dilorîn im Ji derdên te ra Ez harû dînim Li hem ber im Şeng  û  jînim Di baxê dil da Xem revîn im Hinav tev birîn Zerîya dil revîn Heyran bi gorî  Kirim xemrevîn S Mêrdînî 05/02/21

BI RASTÎ KURDIN!

Resim
Bİ RASTÎ KURDIN Bi  rastî kurdin Kurd xapandin Li   kurdistanê Agir  barandin Ew  tev  sîxorin  Dijî kurda gurin Das  û  bivir  in Dara me dibirin Hevoj daye wan Kirin wek kewan Kemîn û dehfik  Li der dorê wan Kurdo bibin yek Werin yek û yek Civîna em çêkin Emê bibin gelek Ey   çerxa   felek Jibo kurda gelek Kurd mane hêlek Cîhan gî bûn yek Seyda Mêrdînî 05//09//2021.

EZ Î ŞEV DÎSA?

Resim
EZ Î ŞEV DÎSA Ez î şev dîsa, li biyanîyê, ligel xewn û xeyala, li cem dîlberê.  Hêvî û ramanên xwe, bi nîqaşên bêbinî, ez ketim derya keserê. Bejin û bala, tîr û ala, li şane şînê, xwe xûya kir, li ber pencerê. Ji bêhna gul û nêrgiza, xweş bi bêhna, indekoya li qelaç û beyarê. Dil hejok li min, peyda bû ketim, nava baxê evînê, azadî li wê derê. Seyda Mêrdînî. 04//09//2021

ZIMAN?

Resim
ZIMAN? Ziman dayik û bave Ziman wek nan û ave Bê ziman jîyan tehle Bê ziman roj wek şeve Ziman ez bûna meye Bûn û nebûna meye Heta ev ziman heye Minet ji kesî tuneye Hin kes ziman dirêjin Ji ber ku ew nehêjin Zimanê xwe davêjin Bi zimanê tirkî dibêjin Hin jê bext pîse pîse Ew bi erebî dinivîse Kurdî kiriye tûr û kîse Dil û hinav pê dirêse. Hin kes ziman dirêjin Jiber xwe ve pir gêjin Qismekî wan rih dirêjin Her wekî kerr û gêjin. S Mêrdînî 04.09.2021

ROJA MIN

Resim
ROJA MIN! Roja min, rojek zer e Mala gulê li hember e Sînga spî ji mermer e Sîma sor wek hinar e Roja min, rojek sor e Çavreşa min esmer e Wênê gula min ber e Navê wê danîn ser e Roja min, rojek ewr e Bejin wek dar çinar e Gulê rind û gulor e Xortê gund tev l'dor e Roja min, rojek sar e Hawir dor me neyar e Gula min dike hewar e Me ne cîh û ne war e Roja min, rojek tahl e Kurdistana min dinal e Dil ji bona wê bê hal e Bê zar û bê ziman lal e S Mêrdînî 03.09.2021
JANA DIL.. Ji bê dengî ya şevê tirs û saw xistin cerg û dilê min. Ez pir tirsîyam û jana dil dikşînim bi nêrînên te, hest û ramanan bi hêrs dipijînim, demsal bi dû hev dilezînin. Rojên bê jimar dinav demên xwe da winda dibin û xwe vedişêrin. Hêdî û hêdî nêrînên jîyana me ji mêj dibe, ez û tu evîna du dilên bê zarîn û emanin. Em nema zanin emê bi kêre bibin dost û heval, ê dî ez û tu di nava helbestên evînî de cihê xwe bigirin, û dilê xwe bi bê dengî ya şevê re winda bikin û xwe veşêrin evîna min .... û xwe veşêrin .... S mêrdînî 01.09.2021

EZ BI ZAROK TÎ..

Resim
....  EZ BI ZAROK TΠ .... Ez bi zarok tî pir dilpak                  bûm. Ez dil nerm û dil germ                  bûm. Bûme xort û xulam kar                  bûm. Temen bû sîh ji kar sar                  bûm. Ez mezin bûm can giran                  bûm. Mîna gêjane li hev gerya                  bûm. Bi tirs dan ê jehra marr                  bûm. Bi kovan û nefs şikestî                  bûm. Mîna gewriya marê rast                  bûm. Bi gazin da ez tar û mar                  bûm. Seyda mêrdînî 03.09.21
Poz bi xizêmê  di elenda sibehê bi ber banga melê ez hişyar bûm ji xewnên şêrîn. Di van şevên bê deng û dirêj xew ji xewnê derdikeve  û ez hişyar dibim  bi xeyalên te.  Car carna birastî di xewn û xeyalên te ez bi tenê dimînim û bi hechecikan re hevaltîyê dikim. Di vê demê de derd û kulê xwe dibêjim û guhdar dikim ji wan, û rewş gelekî tevlî hev bûye, xew û xeyalên teyî evînî ez gêj kirim mîna mey xwarê li qada serxweş bûmê  poz bi xizêmê ...! Seyda Mêrdînî  03//09//2021....

KEJÊ

Resim
KEJÊ Kejê zerîyek hêja ye Porê xwe girêda ye Kejê keça kurda ye Ji dûrî ve xuya ye Ezê wê bi helwestan Pênûsa zêr bidestan Jê re lêkim helbestan Dê fêr bibe bêwestan Awirek da min kejê Bê wijdanê mêr kujê Peyv û nutqan dibêjê Dil û cergê mi disojê Kejê wek berfa çiya Kewok kurka li gelîya Li ser zinara kedîya Dil diyarî bi xwezîya S Mêrdînî 02.09.21
ŞENGAL ...! Şengal li min kêf û şahî, geşt û seyran, eşq û evîn, ji bo min nîne, ji ber wê yekê ez dinal im, lêborîna xwe, ji te dizwazim. Çavên te, bi firmêsk, laşê te bi jan û bi êş, dilê te bi birîn, bi derd û kul û xeme, lo xayîno! baş binêre. Şengal li bin taht, lat û zinaran, ser erda sar û sincirandî li ber germa havînê, li çol û çolistana, tune dar û sîberik, ne kozk û çeperek ne kunek ne şikeftek. Şengal di bin holik û konan de li bende warên rondikên windayîne, dayik, keç û bûkên dest hine kirî, qêrîn di qirika gewrîya wan de rawestîye xeniqîne. Şengal gul sor û gul perîyên dil kel, girîne bê hêvîne, bav û kalên bê guneh dil şikestî neçar zindîyên mirînê. ew jî ezim, bihuşta cîhanê, kurdîstane. Şengal ji bona welatê ne azad pêwîste, hemû xayîn û hov ji hev ra lêborinê bixwazin û pêwîste çekin yek civînek û yek civîn ê....! S.Mêrdînî. 04.10.17
XWELÎ LI SERO Ez wekî ar û pêt, çima qet natemirim, tu nizanî ez ê kengê, wek agirpîjek bi te biteqim, û tarûmar bikim. Ez wekî şêr û pilinga, ji we qet ez natirsim, hov û neyarê xwîn mij, binêr ez a li virim, tu nizanî ez ê kangê, bi te dirrim û bi te girim. Ez şeva rêş û tarî, wekî reşkê şevê me, ewr û mij û dûman im, tu nizanî ez ê kengê, bibim kelemê ber çavê te. Ez şev û ro ya bi geş im, ba û berf û baranim, laser û lehî bixwe me, tu nizanî ez ê kengê, te jî bi xwe re bibim. Ez gol û deryaya kûrim, hûtê deryaya Wan im, jahra marê, kore marim, tu nizanî ez ê kengê, bi te vedim û dirrim. Lo sîxorê hestî koj, hûn hatin şar û gunda, li cî û warê niştîman, her wekî seyê har û dîn, ez gelekî fikirîm, ji xwe û derdora xwe, gotim evin seyê li ser sergo ya, hestî koj ê birçîne, dev bi xwîn û ligel neyarin, ne şerm û ne fedîye, li derdor lûs û pînan, dikin talan û wêran, xwelî li sero lo dizo, dizekê mirîşk û elokan.! S Mêrdînî 01.09.2021

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ

Resim
PAYTEXTA DILÊ MIN TUY! Evîn delala min tuyî Jîn û jîyana min tuyî Dil û cergê min tuyî Meş û gera min tuyî Şewqa çavê min tuyî Dîlber yara min tuyî Çir û finda min tuyî Eşqa vî dilê min tuyî Kêf û şahîya min tuyî Seyrangeha min tuyî Wargeha dilê min tuyî Cîh û welatê min tuyî Şar û gundê min tuyî Bajar, gomê min tuyî Gulistan dilê min tuyî Niştîmana min tuyî Şev û roja min tuyî  Hîv û stêrka min tuyî Avzêma dilê min tuyî Hêsirê çavê min tuyî Eşqa canê min tuyî Bihara laşê min tuyî Gula baxçê min tuyî Sebra dilê min tuyî  Delal û yara min tuyî Naz û narîna min tuyî Bejin zirava min tuyî Birîna hinavê min tuyî Rind û başa min tuyî Esmer reşa min tuyî Hilm û bîna min tuyî Kar xezala min tuyî Hêvî û xeyalê min tuyî Xewnê şeva min tuyî Gula bihara min tuyî Bejin zirava min tuyî Êş û jana dilê min tuyî Dermanê laşê min tuyî Paytexta dilê min tuyî  Nûjdarê doza min tuyî S, Mêrdînî .31.08.2021

KÛRÊSTAN

Resim
KÛRÊSTAN (kûrê) Evîya gundê min bû sîxor min mişextîkir Ji bo livir nemînim sedem bo mi çêdikir Ji gundê min çêkirin hin wekî kurmê darê Xayîntî bi min kirin wek kewa seyd,nêçîrê Gundê mi,da ber şewat kirin kavil û wêran Jîn û jîyan nemaye ziwa kir kanîyê mêran Bi cil û bergên kurdî ew hevalên neyarin Ligel gurê dev bixwîn Mal û milkê me xwarin Zêç û zarok revandin wan birin tevde kuştin Yên li dijî wan rabûn ew jî bi serda kuştin Daristan dan ber şewat sîxor û neyar tevhevin Navê kurda lê kirin bi roj kirin wekî şevin Dil û hinav bi ar û pêt dûman gîha ye ezman Çi stemkarin ya Rebbî zor bi dev naye ziman Hinek ji gund mişextbûn Hemî bûne penaber Xistin nav qewmê biyan bi serda bû kul û keser Şev û rojan digirîm jibo gundê kûrêstan Ew dar û devîyê mazî ligel bax,baxçe û bîstan S Mêrdînî 31.08.2021
 (1) Gula min, tu wek stêrkek, li ezmana, ber çavê min, winda bû, min xwestî bêjim, ji te hez dikim, Gula min, tu wek rêwîngek kar xezala bejî, te dilê min ji xwe re bir û çû, ji min dûr ketî dîtina te ma di dil da, Gula min çavê min ma li rê ve, mam di nava xem û kulê ditina te, Gula min ...! Seyda Mêrdînî. 31.08.2021 (2) Gula min, her wekî tiştek, ku ne bû be, hebûna xwe, ne revîn ji min, destê min bigire bibe, cîhê ku tu dûr di çî, soz didim carekedin, ez ê li rex te bim, çimkî ez ya te me, Gula min, zagonên ku te, qedexe kiri bûn, ez ji wan dûr bûme, an jî, were em vegerin, Welatê xwe, her wekî, ku tiştek ne bû be, ji bona ku em bi hevre, evînek hê nû ava bikin, li warê xweyî, zarok tîyê. Gula min ...! Seyda Mêrdînî 20//07//2020

EY DÎLBERÊ

Resim
EY DîLBERÊ Bi êş û janim ey dîlberê Pirsê te derbên xencerê  Te ez kuştim dil bi sote Dil girtime ser bênderê Evîna ber dilê min tuyî Çav reş xezala min tuyî Şevên tarî çav bê xewe Xeyalê min herdem tuyî   Lêvên sorin bejin çinar Sêv ji sînga têne xwar Ji wan tên bîna indekê Tebatê bi wan tînim yar Xeyalande da min gulek Dilê mi pê xweş bû gelek Di vê çerxa zalim felek Ez dûr ketim ji wê gelek Dil û hinav li min dirand Bi awiran wê min heland Carekê li halê min binêr Lewenda fîstanê bi peng S mêrdînî 05.03.2020