KURDIM
KURDIM
Ez kî me ha ez kî me
Kurdim kurdistanî me
Divêt dewlet ava kim
Bi deng û ez bi navkim
Xwe bi gorî û fîdakim
Ez Ala rengîn li bakim
Ez zanim bar girane
Çi bikim gel nezane
Ezim li qad û meydan
Rêberê egît û merdan
Egîtek wek min nîne
Wekî min kes nedîne
Wek piling û wek şêrim
Li hemberî sed mêrim
Gava ez şûr dikşînim
Ser ê dijmin difirînim
Bû hewt hewta sîxoran
Bûye şinge şinga şûran
Çek û qirme li meydanê
Dibarê wek tavê baranê
Ez kurdistan felat kim
Ji gelê xwe re xelat kim
Bi destûra xweda be
Dê welatê min ava be
Her wekî hemî milet
Ez bibim xwedî dewlet
Ez biçim koma miletan
Li gel hemû dewletan
Ez bibim xwedîyê morê
Li hemberî zulm û zorê
Da ez nebim belengaz
Ne pepûk û ne jî baz
Ez kurdîstanê bi bûkkim
Kurd li welat bi zavakim
S Mêrdînî 22.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder