Poz bi xizêmê
di elenda sibehê
bi ber banga
melê ez hişyar bûm
ji xewnên şêrîn.
Di van şevên bê
deng û dirêj xew ji
xewnê derdikeve
û ez hişyar dibim
bi xeyalên te.
Car carna birastî di
xewn û xeyalên te
ez bi tenê dimînim
û bi hechecikan re
hevaltîyê dikim.
Di vê demê de derd
û kulê xwe dibêjim
û guhdar dikim ji
wan, û rewş gelekî
tevlî hev bûye, xew
û xeyalên teyî evînî
ez gêj kirim mîna
mey xwarê li qada
serxweş bûmê
poz bi xizêmê ...!
Seyda Mêrdînî
03//09//2021....
Yorumlar
Yorum Gönder