TUYÎ PARA MIN!
TUYÎ PARA MIN !
Li vê cîhanê tuyî para min
Ji nav zerîya tuyî yara min
Bite rû geş û bite dilgeşim
L'kurdîstanê tuyî gula min.
Xwezî wê dema rûnim li nikte
Bi dilgermî bigrim herdu destê te
Serê xwe deyn im li ser sîngê te
Jibo derman bike derd û kulê min.
Demsal biharê wer şêrîna min
Ezê himêz bikim te evîna min
Ji ber vê evînê ez nema binalim
Derd û kulên min herin ji bîra min.
Tu qebûl nakî zor delala min
Tu guhdar nakî li qêrîna min
Bedew û narîn, tu şêrîna min
Were bi kewîn vê birîna min.
S Mêrdînî 16.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder