JANA DIL ....

JANA DIL ....


Ji bê dengî ya şevê

tirs û saw xistin

cerg û dilê min.

Ez pir tirsîyam

û jana dil dikşînim

bi nêrînên te, hest

û ramanan bi hêrs

dipijînim, demsal

bi dû hev dilezînin.

Rojên bê jimar dinav

demên xwe da winda

dibin û xwe vedişêrin.

Hêdî hêdî nêrînên

jîyana me ji mêj dibe,

ez û tu evîna du dilên

bê zarîn û emanin.

Em nema zanin emê

bi kêre bibin dost û

heval, ê dî ez û tu

di nava helbestên

evînîd e cihê xwe

bigirin,û  dilê xwe

bi bê dengî ya şevê

re winda bikin û xwe

veşêrin evîna min .... 

û xwe veşêrin ....

S Mêrdînî 01.09.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ