DEMA TÎRÊJÊN ROJÊ

DEMA TÎRÊJÊN ROJÊ


Dema tîrêjên rojê li

ezmana di elendê,

ber bangê de xwe

radixîne, gerdûn

dikene û ber bang

dest pê dike, bi

milyonan gul,

kulîlk û nêrgiz

cûr bi cûr dipişkivin,

dilên evîndara jî

serxweş û mest dibin,

êdî şev bi dizî hêdî

hêdî virde wirde diçe

û bardike, xemên

evîndara di hembêza

xwe de vedişêre û

dilorîne, ji bo ku bi

roja xwe şabibin û

helbestên evînî ji

sîberkên xwe derînin

û bihûnin, ji bo carek

din bi dil xweşî bi şevre

bibin heval û derbas

bikin şeva xwe,,,.!

Seyda mêrdînî. 07.09.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ