Baran hûr hûr
xweş dibare,
gola wanê
sermest dike,
xwezayê ber
fireee dike,
keştîya rêwîya
bi lez û bez
bi rê dike,
mijank û ebrû
yên çavên min,
bi hêlekanên
keştîyê re
bi rê dike,
bi deng û pêlên
avê re,
bi çipik û dilopên
baranê re,
bi şek,
bi gumanan re,
bi dû sîberka te re,
min bi xwe re tîne ...!
S Mêrdînî 05.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder