DÎLBERÊ
DÎLBERÊ!
Xwestek û hêvîyê minî
jiyanê dinava dilê min
de, hatine winda kirin,
ez dixwazim, bi çend gotinan, bînim ziman
lê belê ez nikarim,
û nizanim çi bêjim,
ji ku ve dest pê bikim,
lê ji ku da bi dawî bikim,
ger dema ez binivîsim, dixwazim çend hêsirên, çavan berê bibarînim,
dikim nakim nikarim,
ji ber ku hêsiren,
çavê min ziwa bûne,
ji êş û jana te dîlberê,
nema hêsiran dibarînim,
bi tenê ez bûme girtîyê
êş û jana te dîlberê,
dîlbera xwe ...!
S Mêrdînî 14.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder