KÛRÊSTAN
KÛRÊSTAN (kûrê)
Evîya gundê min bû
sîxor min mişextîkir
Ji bo livir nemînim
sedem bo mi çêdikir
Ji gundê min çêkirin
hin wekî kurmê darê
Xayîntî bi min kirin
wek kewa seyd,nêçîrê
Gundê mi,da ber şewat
kirin kavil û wêran
Jîn û jîyan nemaye
ziwa kir kanîyê mêran
Bi cil û bergên kurdî
ew hevalên neyarin
Ligel gurê dev bixwîn
Mal û milkê me xwarin
Zêç û zarok revandin
wan birin tevde kuştin
Yên li dijî wan rabûn
ew jî bi serda kuştin
Daristan dan ber şewat
sîxor û neyar tevhevin
Navê kurda lê kirin
bi roj kirin wekî şevin
Dil û hinav bi ar û pêt
dûman gîha ye ezman
Çi stemkarin ya Rebbî
zor bi dev naye ziman
Hinek ji gund mişextbûn
Hemî bûne penaber
Xistin nav qewmê biyan
bi serda bû kul û keser
Şev û rojan digirîm
jibo gundê kûrêstan
Ew dar û devîyê mazî
ligel bax,baxçe û bîstan
S Mêrdînî 31.08.2021
Yorumlar
Yorum Gönder