EZ Î ŞEV DÎSA?
EZ Î ŞEV DÎSA
Ez î şev dîsa, li
biyanîyê, ligel
xewn û xeyala,
li cem dîlberê.
Hêvî û ramanên
xwe, bi nîqaşên
bêbinî, ez ketim
derya keserê.
Bejin û bala, tîr û
ala, li şane şînê,
xwe xûya kir,
li ber pencerê.
Ji bêhna gul û
nêrgiza, xweş bi
bêhna, indekoya
li qelaç û beyarê.
Dil hejok li min,
peyda bû ketim,
nava baxê evînê,
azadî li wê derê.
Seyda Mêrdînî.
04//09//2021
Yorumlar
Yorum Gönder