ÇI CÎHANEK BÊ WEFA YE.



ÇI CÎHANEK

               BÊ WEFA YE.


Cîhanek xweş û rihete 

Her kesî re bi rehmete

Ji bo feqîran zehmete 

Çi cîhanek bê wefa ye 


Cîhek b'eşq û evîndare 

Tu kesî re nebûye yare 

Ji bo kurda ew neyare

Çi cîhanek bê wefa ye 


Ev sekana baş û qence

Ji bo her kesî bi hewce 

Ji bo xizana bê hewce

Çi cîhanek bê wefa ye


Çi wargehek pir şêrîne 

Bi ekl û tehma hingivîne 

Dilê min bi kul û birîne 

Çi cîhanek bê wefa ye 


Bi dîmenan pir bedewe

Xwarin timî nan û dewe

Birîn mane tev bê kewe 

Çi cîhanek bê wefa ye 


Lewend û xweş û rinde 

Hene pir bajar û gunde 

Bo me tune çira û finde

Çi cîhanek bê wefa ye 


Seyrangeh geşt û geşe

Car reş û carna xweşe 

Rojek were wê hilweşe

Çi cîhanek bê wefa ye 


Cîhê dîlan û şahî û kêfe

Me tev xistî binê li hêfe 

Kurdinoo sed carî heyfe

Çi cîhanek bê wefa ye 


Seyda Mêrdînî 10.09.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ