WELATO 1
1
Welato!
bi kene, xwe
bike ewrek,
bila bibe evîn
ji bo baranê ra.
Welato!
bi kene, xwe
bike biharek,
bila bibe ba
ji bo dar û bera
Welato!
bi kene, xwe
bike romanek
bila bibe helbest,
ji bo çîrokên perî
Welato!
bi kene, xwe
bike hisretek
bila bibe kulîlk
ji bo evîn dara.
Welato!
bi kene, xwe
bike agirpijek,
bila bibe sedem,
ji bo ketina neyara
S Mêrdînî 30.09.21
Yorumlar
Yorum Gönder