FELEKA XAYÎN



FELEKA XAYÎN ......

1 .

Feleka  xayîn,  barê min giran.

Li min tefandin, rohnîya çiran.

Çar gurê harin, hev didin diran.

Tê doza kurda, ligel hev biran.

2 ..

Belengaz kuştin, bi kerb û bikîn.

Gelî  û  newal,  tijî  bûn  ji xwîn.

Ecêba wê kengî, ji bo me mizgîn.

Divêt azad bim, d'demek lezgîn.

3 ...

Ji xeynî kurda hêsîr nema ne

Hezarên sala li ser me fermane

Kovan û keser pir li me girane

Birînê zehf kûrin nîne dermane

4 ....

Şêrê kurdan, tim nemir xuyane.

Mal zanîngehe, ew lê gihane.

Ji mêj de ew, mêrxas wehane.

Bo welatê xwe, ew can fedane.

5 ....

Ger tu li dinê, nebî mêz û xîret.

Dilê te neşewite, li gel û millet.

Tê cefayê bikşînî, li dinê û axret.

Dojeh ji bo te bibe, agirê bi pêt.

6 ......

Derya çavên te, pir dûr ez birim.

Di tarîya xwe da, te ez dîl kirim.

Ez bê dewletî, bi derd û kul kirim.

Di eşqa xwe da, ez zîndan kirim.

7 .......

Ev çendî salane, ez li ser te dinalim.

Min heware her dem, ji bo te lalim.

Li biyanîyê bê dengim, ez li vînê.

Li min bibore, ez nema êdî dikarim.

8 ........

Bi hêvî û bawerim deng diçe Xweda 

Bi destê hov û neyara me neke feda

Pêşe rojê azadîya me tu bidî meda

Ev pêncî salê ez li bendî me Xweda 


Seyda Mêrdînî. 11.09.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ