BI RASTÎ KURDIN!



Bİ RASTÎ KURDIN


Bi  rastî kurdin

Kurd xapandin

Li   kurdistanê

Agir  barandin


Ew  tev  sîxorin 

Dijî kurda gurin

Das  û  bivir  in

Dara me dibirin


Hevoj daye wan

Kirin wek kewan

Kemîn û dehfik 

Li der dorê wan


Kurdo bibin yek

Werin yek û yek

Civîna em çêkin

Emê bibin gelek


Ey   çerxa   felek

Jibo kurda gelek

Kurd mane hêlek

Cîhan gî bûn yek


Seyda Mêrdînî

05//09//2021.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL