ROJA MIN
ROJA MIN!
Roja min, rojek zer e
Mala gulê li hember e
Sînga spî ji mermer e
Sîma sor wek hinar e
Roja min, rojek sor e
Çavreşa min esmer e
Wênê gula min ber e
Navê wê danîn ser e
Roja min, rojek ewr e
Bejin wek dar çinar e
Gulê rind û gulor e
Xortê gund tev l'dor e
Roja min, rojek sar e
Hawir dor me neyar e
Gula min dike hewar e
Me ne cîh û ne war e
Roja min, rojek tahl e
Kurdistana min dinal e
Dil ji bona wê bê hal e
Bê zar û bê ziman lal e
S Mêrdînî 03.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder