BI BIRYARIM!
BI BIRYARIM!
Ez bi eşq û evîndarim
Dil bi pêt û dil bi arim
Bo niştîmanî xûnavim
Tim û daîmî ez dibarim
Gul û kulîlkên biharim
Dar çinara ber robarim
Ji bo te bişkîn û birim
Zozan û deşt û zinarim
Qemçek sapê sûxarim
Dûr ji te cenan li karim
Ji bo te bi êş û bi jarim
Soz bi te re bi biryarim
S.Mêrdînî 05.09.2020
Yorumlar
Yorum Gönder