ZIMAN?
ZIMAN?
Ziman dayik û bave
Ziman wek nan û ave
Bê ziman jîyan tehle
Bê ziman roj wek şeve
Ziman ez bûna meye
Bûn û nebûna meye
Heta ev ziman heye
Minet ji kesî tuneye
Hin kes ziman dirêjin
Ji ber ku ew nehêjin
Zimanê xwe davêjin
Bi zimanê tirkî dibêjin
Hin jê bext pîse pîse
Ew bi erebî dinivîse
Kurdî kiriye tûr û kîse
Dil û hinav pê dirêse.
Hin kes ziman dirêjin
Jiber xwe ve pir gêjin
Qismekî wan rih dirêjin
Her wekî kerr û gêjin.
S Mêrdînî 04.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder