SÛCÊ BAV Û KALA
SÛCÊ BAV Û KALA
Sedem sûcê bav û kala
Em xistine çi hala
Berê xwe dane bihuştê
Bi wan xewn û xeyala
Digotin em misilmanin
Barê milê me giranin
Hûn bi tiştekî nizanin
Berî dan xwedê teala
Emê çi bikin ji dinyayê
Tucar bi karê me nayê
Em gel hemû birane
Demên me çûye vala
Hey gelî xayînê kurda
Ez çi bêjim hûn nexeyda
Eger ji bona axretê
Li min neke tu sûala.
S Mêrdînî 08.09.2021
Yorumlar
Yorum Gönder