NETEWEK BÊ DEWLET BE
NETEWEK BÊ
DEWLET BE.
Netewek bê dewlet be
wek zarokên sêwî ye
Wê feqîr û nezan be
tim tî û tim birçî ye
Xuyaye li ber çava ye
cîhan tevde dibîne
Ta ku nebin netewî
zanist û tifaq nîne
Baxê rez dor sinc nebe
pez û dewar li nave
Bi kar anîna dê çi be?
rewşa kurda liber çave
Wek rezê bê nobedar
wawîk û hirç li navin
L' nav gurên dev bixwîn
em bê roj û bê tavin
Kurdno ez jibo we gorî
zaroka bidin xwendin
Di esra bîst û yekê da
wek me bindest çendin
S, Mêrdînî 09.09.2020
Yorumlar
Yorum Gönder